Li gundewarê Humsê teqîn: 5 fermandarê rejimê hatin kuştin

Li gundewarê Humsê teqîn: 5 fermandarê rejimê hatin kuştin

Rojava News: Rêxistina DAİŞê doh êvarî otomobîlek teqîner bi rêbendek rejimê ya nêzîkî gundê Hemamat Ebû Rebah de teqand û  di encamê de 5 serleşkerê rejimê hatin kuştin.

 

Herweha şer û pevçûn  di navbera endamê rêxistina terorîstî û Hêzên rejimê li derdora balafirxaneya leşkerî ya gundewarê Humsê derket.

 

Li gor zanyariyan; Piştî lêdana balafirên Rusî yê li herêmê, hêzên rejimê hewla pêşdeçûnê didin.