Riha: Otomobîlekê li zaroka 12 salî yê xelkê Sûriyê da!

Riha: Otomobîlekê li zaroka 12 salî yê xelkê Sûriyê da!

Rojava News: Li Rihayê bajarê Bakurê Kurdistanê, zaroka 12 salî ya  xwedî rêgeza Sûriyê  dema xwest rê qut bikî û derbasî aliyêdin bibê, dibin otomobîlekê de ma û jiyana xwe ji dest da.

 

Zaroka 12 Sali yê  bi navê Yusîf Muhammed li ser reya Riha- Akçekale dema xwest derbasî aliyêdin bibê  otomobîlekê lê da û reviya, ne jimara wê hat girtin ne jî şiforê wê hat nasîn.

 

Yusuf Muhammed li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.

 

Piştî ku hêzên ewlehiyê hatin ser buyerê cesedê zaroka 12 salî rakirin morga dezgeha Adlî tibê ya Rihayê û di derbarê bi destxistina otobobîla tawanbar û şiforê wê jî dest bi xebatan kirin.

  

Sinem Bakir

00:35:41