Rojava News: Rêxistina terorîstî DAIŞêderiyê bajarê Palmîra (Kevana Serxwebûn) yê kevnar teqand.
Endamê DAIŞ’ê piştî ku bajarê Palmîra yê kevnar û dîrokî ya Sûriyeyê dagir kir, gelek perestgeh û deverên kevnar teqandin. Çeteyan beriya niha bi dû mehan 2 perestgeh ku navên wan di lîsteya kevneşopiya mirovahiyê ya navnetewî de bûn, teqandin.
DAİŞê herî dawî devereke din a kevnar a bi navê Kevana Serxwebûnê teqandin.
Kevana Serxwebûnê li ber deriyê kalan stûnan a bajarê dîrokî beriya bêtirî 2 hezar sal di serdema dewleta Romanî de hatiye avakirin.
Rêxistina terorîstî DAIŞ’ê di 20’ê gulanê de bajarê dîrokî dagir kir û ji wê demê ve gelek deverên girîng ên dîrokî teqandin.
11:25:14
