Rojava News: Rêxistina terorîstî DAIŞê zarokên biçûk ji bo ku karibin mirovan infaz bikin û êrîşên xwekujî li navêndên metirsî pêkbînin perwerde dikin.
Li gorî agahiyên çawkaniyekê ji Radiyoya Rojava News re ragihandiye; Rêxistina terorîstî DAIŞê li bajarê Minbîce ya bi ser Helebê ku Kurd jî lê gelekin, zarokan biçûk kom dike û perwerde sistematîk ji bo kuştina mirovan û êrîşên xwekûjî bi wan dide.
Li gor zanyariyên ji wê çawkaniyê hatine wergirtin; DAİŞê dibistaneke ferkirina zaroka ya bi nave El-Şabab vekiriye, û ji welatiyên deverê kesên ku digrin û di derbarê wan de biryara kuştinê distînin didin destê wan zarokan û wa li ser mirovên zindî ferî kuştinê dikin.
Minbîce nêzîkî 2 salaye di bin kontrola DAİŞê de ye û nêzîkî bajarê Helebê ye.
Sinem Bakir
11:26:47
