15 êrîşên esmanî li dijî DAIŞê

15 êrîşên esmanî li dijî DAIŞê

RojavaNews :Hêzên hevpeymaniya navnetewî yên di bin rêveberiya Amerîkayê de li Sûriye û Iraqê çend êrişên asmanî li dijî rêxistina DAIŞê pêk anîn.

Hevpeymaniya navdewletî ya li dijî rêxistina DAIŞê ragihand duhî li Sûriyeyê balafirên şerî yên hêzên hevpeymaniyê 2 caran navendên DAIŞê dan ber bombeyan. 

Hat gotin balafiran  êrişek derdora bajarê Maraa, pêk anî  û êrîşek din li Reqayê bû û di encamê de yekîneyên taktîkî, navend û otombîlên rêxistine DAIŞê hatin bombebarankirin.

Herwiha hat gotin hevpeymaniyê li Iraqê jî  13operasyon li dijî DAIŞê pêk anîn.

Nalîn Hesen