Elmanyayê.. hevpeymaniya opozisiyona Sûriyê banga lidarxistina xwepêşandanekê li dijî destwerdanên Rûsî kir

Elmanyayê.. hevpeymaniya opozisiyona Sûriyê banga lidarxistina xwepêşandanekê li dijî destwerdanên Rûsî kir

Rojava News: Balyozxaniya hevpeymaniya niştîmaniya opozisiyona Sûriyê li Elmanyayê banga lidarxistina xwepêşandanekê li dijî destwerdanên Rosyayê kir.

Di daxuyanyekê de ofîsa balyozxaneya hevpeymaniya opozisiyona Sûriyê li Elmanya banga xwepêşandanekê li pêş balyozxaneya Rûsyayê li berlînê lidjî destwerdanên Rûsî di 17ê vê mehê de kir.

Di wê daxuyaniyê de hevpeymaniya opozisiyonê bang li revenda Sûriyê li hemû bajarên Elmanyayê kir ku beşdarî wê xwepêşandanê bibin û torebûn û şermezariya xwe li dijî destwerdanên rûsî bidin diyarkirin, heweha got ku bela hemû cîhan bizanibe ku ew her çareseriyeke ku mana Esed lê hebe red dikin û daxwaza koça rêjîmê û dadgehkirina endamên wê li ser kiryarên wan di derbarê gelê Sûriyê de kir.