Rojava News :Duh şerekî dijwar di navbera DAIŞê û rêjîma Esed li Dêrazorê rû dan û di encamp de kuştî û birîndar hene.
Li gorî zanyariyên Rojava News, ku Duh şer û pevçûnên giran di navbera rêxistina terorîst ya bi navê DAIŞê û hêzên bi ser rêjîma Esed ve li derdora balafirxaneya Dêrazorê ya leşkerî derkertin.
Di heman demê de DAIŞê bi otombîlên bombekirî êrîşî xaleke konitrolê ya rêjîmê li derdora wê balafirxaneyê kir , lê balafirên leşkerî yên Biyanî ji aliyê xwe ve jî 20 êrîş li wê deverê li dijî rêxistina DAIŞê pêk anîn
Li gorî heman zanyariyan, di encame wan êrîşên herdu aliyan de ziyanên canî û madî derketin, lê hejmara kuştî û birîndaran ta niha bi zelalî nehatiye zanîn.
Tê zanîn ku balafirxaniya Dêrazorê ya leşkerî devereke gelek Istatijîke ji rêjîmê re .
Nalîn Hesen
