RojavaNews :Duh şervanên dijberiya Sûriyê bargehek rêjîma Esed li Şamê paytexta Sûriyê bombebaran kir û di encam de kuştî û birîndar hene.
Li gor agahiyên Rojava News ku ketibeya Feyelq Elrahman ya bi ser dijberiya Sûriyê ve bargeheke rêjîmê li enya Tîbe li taxa Cober bombebaran kir û di encam de bi dehan kes ji hêzên bi ser rêjîmê ve hatin kuştin û bi dehan kesên din jî birîndar bûn .
Ji aliyekî din ve şer û pevçûn careke din di navbera alîgirên Esed ve û dijberiya Sûriyê de li çiyayê Ward li derodra Qedsiyê li gundewarên Şamê rû dan û di encam de 3 kes ji alîgirên Esed hatin kuştin.
Nalîn Hesen
