Balefirên Emrîkî alîkariyên çekan avêtin ji çekdarên opozisiyonê re

Balefirên Emrîkî alîkariyên çekan avêtin ji çekdarên opozisiyonê re

Rojava News :Beriya dû rojan ,Çar balefirên Emerîkî yên barhilgir 50 ton çek radestî çekdarên opozisiyona Sûriyê li deverên Bakûrê Sûriyayê yên ku dibin destê  opozisiyonê  û PYDê de kirin .

Berdevkê hêzên leşkerê yên Emerîkî li rojhilata navîn kulunêl batrêk rayder ragihand ku balefirên Emerîkî  beriya dû rojan, pêncî ton çek li deverên bakûrê Sûriyê radestî hin girupên cekdarên opozisiyona Sûriyê kirin ta ku girupên opozisiyonê bikarbin robirûbûna rêxistina DAIŞê bikin.

Navborî navê  wan girupên ku çek wergirtine neda diyarkirin lê di heman demê da amaje bi hêzên kurdî  û girupên opozisiyonê û rola wan di şerê li dijî DAIŞê kir.