Maf parêza Jinên Suriyeyî: Damezrenerê Suriyeya nû jin in

Maf parêza Jinên Suriyeyî: Damezrenerê Suriyeya nû jin in

 

Rojava News: Mafparêza Jinên Suriyeyî dibêje:  ji ber şerê navxweyî yê Suriye  zilam namînin, damezrenêriya Sûriyeya nû dikevê ser mile jin an ji bo vê jî pêviste jin werin xurtkirin.

 

Damezrenêra  rêxirawa  “Ji Bo Aşîtiya Sûriyeyê Platforma Jinan Muna Ganim li Newyorkê di civineke çapemeniyê de got; Li welat hemû kes dibin metirsiya mirinê de ne, pêviste em jinan bi hêz bikin. Ji ber kû yê geşepêdanê li Suriyeyê birêvebibin jin in.  “

 

Her weha Ganim got; Mixabin em zilamê temenê di navbera 20 û 40 de bi piranî hûnda dikin, dimirin,  bi vê sedemê jî eger em bixwazin  pêşerojên Sûriyeyê rizgarbikin pêviste em jin ên Suriyeyî ji her alî ve bihêz bikin.

 

Muna ganim piştî civina Konseya Ewlekariya Netewayê yekbuyî ev daxuyaniya çapeniyê li dar xist.

 

Konseya Ewlekariya Netewayê Yekbuyî jî daxwaz ji hemû welatên cîhanê kir ku; Ji niha pê de hêjmara jinên di geşteyê hevdîtinên aşitiyê de zêdebikin, û di mekaznizmayê biryarên di derbarê Sûriyeyê çi li herem çi derve e cîh bidin jinan û ji bo vê yekê jî stratejiyeke nû avabikin.

 

Di civina  Konseya Ewlekariya Netewayê Yekbuyî de Serokwezîrê Spanya Mariano Rajoy jî balkeşand ser wê yekê ku; Di welatên ku şer dimeşê de “Jin bûyin ji leşgerbûnê bêtir bi metirsiye”

 

Sekreterê giştî yê NY  Ban Kî mon jî got; Di demeke ku rêxiravê tundrew azar û destdirêjiyeke xirab li ser jinan dikin pêviste derfet bê dayin ku jin misyona serkeşiyê bide ser mile xwe. Herweha di axatina xwe de got; DAİŞ jinên êzîdî dike cariye destdirêjî û tecawîzê li ser wan  dike ev jî tawanê hem mirovî hem jî şer in, ez vê yekê şermezardikim.

 

Sinem Bakir

11:42:21