hevpeymaniya navnetewî 18 êrîşên esmanî li Sûriye û Iraqê li dijî DAIŞê pêk anîn

hevpeymaniya navnetewî 18 êrîşên esmanî li Sûriye û Iraqê li dijî DAIŞê pêk anîn

RojavaNews : Hêzên hevpeymaniya navnetewî yên di bin rêveberiya Amerîkayê de li Sûriye û Iraqê çend êrişên esmanî li dijî rêxistina DAIŞê pêk anîn.

Hevpeymaniya navdewletî ya li dijî rêxistina DAIŞê ragihand duhî li Sûriyeyê  balafirên şerî yên hêzên hevpeymaniyê 2 caran navendên DAIŞê dan ber bombeyan.

Hat gotin balafiran  êrişek derdora bajarêkê Holê, pêk anî  û êrîşek din li Reqayê bû û di encamê de yekîneyên taktîkî, navend û otombîlên rêxistine DAIŞê hatin bombebarankirin.

Herwiha hat gotin hevpeymaniyê li Iraqê jî  16operasyon li dijî DAIŞê pêk anîn.

Nalîn Hesen