Rojava News: Li Suriyeyê rexmê şerê nawxweyî berhemhênana zeytonan bi bereket bû, lê belê vê care jî kemyon û kargehên zeytonan bu ermanca terorîstan.
Li gor pêderxistina Ciwata navnetewayî ya zeytonan (IOC) rexmê şerê navxweyî yê li Sûriyeyê piştî mezinê Ewropa Spanya, İtalya û Yewnanistanê , Sûriyeyê bi 215 hezar ton berhemên zeytonan di rêza 4am de cîhê xwe girtiye. Li Tirkiye tenê 143 hezar ton zeyton hatiye bi berhemhênan. Ji ber ku rewşa seqayê ya îsal li Suriyeyê baş bû û bandore wê li ser zeviyên zeytonan çêbû.
Lê belê pirsgirêka herî mezîn ji bo cotkarê Sûriyeyî ewe ku; berhemên di destêxwe de karibin bifroşin û di dema xwê de karibin radestî kiriyarên bezirganên zeytonan bikin. J ber şerê navxweyî yê ji 2011a ve destpêkiriye li her derê grubên terrorist hene, û piştî petrolê zeyta zeytonan û zeytonan piştî petrolê ji xwere wek çawkaniyeke aborî dibinin da ku dest deynin ser.
Grubên terrorist êrîşî kemyonên zeytonan dikin da birevînin an jî bi teqînin, bi vê sedemê jî xwedî zeytonan ji bo ku rêyên bi ewle bibînin hem zêdetir mesref dikin hen jî demê radestkariyê dûr dixin.
Pirsgirêkeke din jî di nav şer û pevçûnan de kargehên zeytona têne bombarankirin. Di sala 2012a de ji aliyê hêzên rejima Esad ve kargehekê zeytona hate bombarankirin 20 karmendê wê jî di hemen buyerê de jiyana xwe ji dest dan.
Herweha grubên ku li Sûriyeyê şerê çekdarî dikin ji bo nehiniya xwe guliyê daren zeytonan jê dikin û ji xwe re dikin kamûflaj.
Herweha serma ziwistinê jî bi dare zeytonan tê şikandin. Gelek grubê çekdar dare zeytonan yê sed salî dibirin û li ber agirê wê xwe germ dikin.
Herweha bi destxistina karmendên ku li zewiyê zeytonan kar bikin gelek zehmete, ji ber ku nêzîkî 4 milyon kesê Sûriyeyî welatê xwe bi cîh hêlane û koçkirine, yê mane jî bêtirî xwe tevlî refên çekdaran dibin, û ev karê zewiyan dimînî li ser mile jin û zarokan.
Rexmê hemu rewşên ne baş jî car din zeytonên Suriyeyê ji %7 pêvistiya zeytonê cîhanê daye ser milê xwe.
Rekolta Spanya ya îsal 1.2 milyon ton, İtalyayê 350 hezar ton, Yewnanistanê 320 hezar ton Sûriyeyê 215 hezar ton Tirkiyeyê jî 143 hezar ton zeyton berhevkirine.
10:53:20Sinem Bakir
