Rojava News: Berdevke Koşka Spî Coş Êrnist duh êvarî ragihand ku; berpirsên her du Wezaretên berevaniyê yê Amerîka û Rûsyayê, rêkeftinek bo birêxistina çûn û hatina balafiran li asmanê Sûriya imze kirine.
Êrnist tekez kir ku; Ev rêkeftin wê hevrêziyekê di nava balafirên hevpeymaniyê û balafirên Rûsî de çêbike, ta ku dûrî bûyeran bikevin, û tê de dive hemû balafirvan bi Ingilîzî biaxivin dema firandina wan li Sûriya.
Rûsiya operesiyonên xwe yê leşkerî di Sûriya de, dawiya heyva bûrî destpêkir, tê de piştgiriya hêzên rêjîmê dikin, û balafirên hevpeymaniya navwelatî, bi serokatiya Amerîka, cihên rêxistina DAİŞê dikin.
