Rojava News: Li İzmîrê 41 penaxwaz û koçberê ku dixwastin di rêyên deraqanûnî derkevin welatên Ewropa li gel bezirganê kî mirovan hatin desteserkirin.
Li gor zanyariyên ji ajansên nuçeyan hatine wergirtin, Li İzmîrê taxa Elsancakê hêzên ewlehiya deverê li ser hin zanyariyên istixbarî çend xalê rêbendan girtin û helmetek birêvebirin. Di helmetê de pasake ku jin û zarok jî têde bi giştî 41 kesên penaxwaz û koçber têde bûn hate desteserkirin.
Hat zanîn 10 kesê Libnanî, 2 yê Iraqî, 29 yê Sûriyeyî bi giştî 41 penaxwaz û koçber hatin girtin, li gel wan jî bezirganê mirova yê şiforê pasê jî hate girtin.
Herweha hemû rawanî miduriyeta polîsan kirin da wan koçber û penaxwazan radestî welatê wan bikin.
Sinem Bakir
10:57:25
