Di şer û pevçûnên Suriyeyê de leşekerên Rûsî hatin kuştin

Di şer û pevçûnên Suriyeyê de leşekerên Rûsî hatin kuştin

Rojava News: Hat ragihandin, îro 3 leşkerên Rûsyayê li Sûriyeyê di şerê  û pevç3unan de  hatine kuştin.

 

Li gorî  nûçeya ku li ser malpera ajansa Reutersê belavbuye de hat gotin, di berdewamiya şer û pevçûnên li Sûriyeyê de, 3 leşkerên Rûsî hatin kuştin.

 

Reutersê ji zarê çavkaniyekê ji Hikûmeta Sûriyeyê belav kiriye, ku ew leşkerên Rûsî di şerê li gel çekdarên dijbereyê hatine kuştin, lê belê ti amajeyek bi cihê ku ew leşerên Rûsî li wir hatine kuştin, nekiriye.

 

Rûsya ji 30ê Îlonê ve bi awayekê rasterast dest bi operasyonên leşkerî yên xwe di nav axa Sûriyeyê de kir.

 

Rayedarên Moskowê ragihandine, ku operasyonên wan tenê esmanî ne û ew ti operasyonên bejayî li Sûriyeyê encam nadin.