17 êrîşên esmanî li Sûriyê û Iraqê li dijî DAIŞê

17 êrîşên esmanî li Sûriyê û Iraqê li dijî DAIŞê

RojavaNews : Hêzên hevpeymaniya navnetewî yên di bin rêveberiya Amerîkayê de li Sûriye û Iraqê çend êrişên asmanî li dijî rêxistina DAIŞê pêk anîn.

Hevpeymaniya navdewletî ya li dijî rêxistina DAIŞê ragihand duhî li Sûriyeyê balafirên şerî yên hêzên hevpeymaniyê 2 caran navendên DAIŞê dan ber bombeyan.

Herwiha hat gotin hevpeymaniyê li Iraqê jî  15 operasyon li dijî DAIŞê pêk anîn ku 8 ji wan derora Şingalê bûn ku di encama wan êrîşan de 26 pêgehên DAIŞê hatin wêrankirin.

Nalîn Hesen