Kirêmlîn: Esed û Putîn li Moskoyê civînek pêk anîn

Kirêmlîn: Esed û Putîn li Moskoyê civînek pêk anîn

Rojava News: Berdevekê Kirêmlîn duh ragihand ku serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn bi serokê rêjîma Sûriyayê Beşar Esed li Moskjoyê civînek pêk anî.

Navorî tekez kir ku Esed li ser rewşa dawî ya welatî wî axivî û Putîn agahdarî pilanên hêzên bi ser rêjîma Esed ve kir .

Berdevekê Kirêmlîn lêzêde kir ku herdû serok di wê civînê de tekezî li ser berdewamiya şerê li dijî giropên terorîstî kirin.

Serokê Rûsyayê amaja bi wê yekê kir ku ev pêşketinin leşkerî yên di vê dema dawî de li Sûriyayê çê bûne wê bibin bingeh ji çareseriyeke siyasî re ku hemû hêzên siyasî û pêkhatên olî û erqî têde cihê xwe bigire, herweha navborî amadehiya xwe di warê çareseriya  siyasî de li sûryayê da xuyakirin ku ji bo vê yekê ewê pêywendiyê bi mezintirîn dewletên cîhanê bikin.

Ji aliyê xwe ve serokê rêjîma Sûriyayê Beşar Esed ji Pûtîn re got : "Ew gelekî ji Hikumeta Rûsyayê mamnonin   ku herdem alîkariyan pêşkêşî Sûriyayê dike û tekez kir ku eger ne ji biryar û kiriyarên Rûsyayê ba wê teror li navçeyê gurtir bibe.

Hêjayê gotinê ku ji destpêka kirîza Sûriyayê û ta niha eve cara yekem e ku serokê rêjîma Sûriyayê seredana welatekê dike.

Nalîn Hesen