Rojava News: Balafirên Rûsyayê navenda Tevgera Rizgarkirine Bajarê Humsê bombebaran kir û di encam de ziyanên madî çê bû.
Li gorî agahiyên hatine bidest xistin ku duh roja Çarşemê Balafirên Rûsyayê navenda Tevgera Rizgarkirine Bajarê Humsê li Restenê bombebaran kir û di encam de ew avahî bi temamî hate wêrankirin.
Her Wiha heman balafian taxên derdora Resten li gundewarên Humisê bi giranî bombebaran kirin ku bi sedema vê yekê jî gelek ziyan gihişte malên welatiyên sivîl.
Ji aliyê xwe ve jî Tevgera Rizgarkirine Bajarê Humsê gef li Rûsiyayê û Sûriyayê xwarin ku wê bersiva wan di demeke nêzîk û bi tundî bide.
Nalîn Hesen
