Rojava News : Rêxistina DAIŞê leskeriya bi zorê li ser xortên Şedadê ferz kir û her kesê ku neçe leskeriya DAIŞê wê were ceazkirin.
Li gor agahiyan, Rêxistina DAIŞê biryarek nû derbarê leşkeriya neçarî derxistiye û xortan û zarok neçar dike ku berê xwe bidin navendên leşkerî yên wê rêxistinê daku perweredeya leşkerî bibînin.
Li gor heman agahiyan ku ji ber vê biryayê gelek xort û zarok ji Şedadê direvin.
Tê zanîn ku beriya demekê kurt DAIŞê li her ji Reqayê û Minbicê biryara leşkeriya neçar derxistibû.
Nalîn Hesen
