Rojava News: Belgenameyên Artêşa Azad Ya Sûriyeyê ku di rojên derbasbûyî de çû bu Moskovayê û hevdîtinên nehînî kiribûn derketin hole.
Birîkarê Wezaretê Karên Derve yê Rusyayê pişterast kir ku Nunerên Artêşa Azad Yê Sûriyeyê serdanek bo rayederên Rusyayê kirine.
Li ser wê serdanê di medyayê de gelek spekulasyon çêbûbûn ku, Artêşa azad jî gotibû “Em alîkariya leşkerî ya Rusyayê navên”
Piştî wan nakokiyan Birîkarê Wezaretê Karên Derve yê Rusyayê Mihail Bagdanov got; Nûnerên Artêşa Azad li Moskovayê bûn, hin hevdîtin hatin kirin û em amadena alîkarî bidin wan.”
Berdevkê Artêşa Azad ya Sûriyeyê İssam El Reîs jî daxuyand “Moskova ne cihê baweriyêye, ji ber ku Serokê Rusyayê Vilademîr Pûtin alîkarî dide diktatorekî wek Esad, emê çawa bi wan bawerbikin”
Sinem Bakir
