Rojava News: Li Sûriyeyê li gundewarê Helebê ji aliyê balafirên şer yên bi ser hêzên rejimê ve êrîşeke asmanî hate kirin 11 kes li cihê bombaranê jiyana xwe ji dest dan 50 kes jî birîndar bûn.
Li gor çawkaniyekê ji Rojava News re da diyarkirin: “Doh ber bi êvarî li gundê Til Hediyê yê bi ser Helebê ji aliyê frokên şer yê hêzên rejima Esad ve bombaraneke asmanî hate kirin, di êrîşê de 11 kesên sivil li cihê bombaranê jiyana xwe ji dest dan, 50 sivîlê din jî birîndar bûn.
Li gor heman çawkaniyê; “Ji birîndaran 3 kesên ku rewşa wan giran bû derbasî Tirkiyeyê kirin, û li ser hin gumanan testê kimyavî hatin kirin, da zanibin çekên kimavî bikarhatiye an na, lê encam paqij derket .”
Birîndarê din jî hatin rakirin ji bo exweşxaneyê dibin kontrola dijbereya Suriyeyê de.
Sinem Bakir
10:08:33
