Sûriye: 12 nexweşxane hatine bombarankirin 35 mirî 73 birîndar

Sûriye: 12 nexweşxane hatine bombarankirin 35 mirî 73 birîndar

Rojava News: Ji ber êrîşên asmanî 35 xebatkarên tenduristiyê li cihên cûda yê Sûriyeyê bûne cangorî.

 

Rojava News:  Rêxistina Bijîşkên Sînor Nenas di malpera xwe de  raportek di derbarê cangoriyên  karmend û xebatkarê tenduristî de belavkirine. Di wê  raportê de hatiye gotin; Di heyama  mehek û nîvê de   di encama bombaranên  li ser nexweşxaneyên  li Sûriyeyê bi giştî 35 kes mirine û nêzîkî 73 kes jî birîndar bûne. 12 nexweşxane jî hatine bombarankirin.

 

Rêxistina Bijîşkên Sînor Nenas ji ber şerê navxweyî yê Sûriyeyê ku heye nikarin bûyeran di cîhê wê de lêkolîn bikin û bişopînin, ji ber wê yekê jî ew datayên ku bi dest xistine,   ji xebatkarên tenduristiyê ku niha jî li ser karê xwe berdewamin wergirtine.

 

Li gor heman raportê;  di mehek û nîvê de li İdilbê, Heleb û hemayê 12 nexweşxane bûne ermancê balafirên Rejima Esad.

 

 

Wergerandin: Sinem Bakir