Vienna: Civîna çarenivîsa Esed bê encam ma!

Vienna: Civîna çarenivîsa Esed bê encam ma!

Rojava News: Civîna berfireh ya ku bi başdariya 17 welatan derbarê kirîza Sûriyê û çarenivîsa Serokê Sûriyê Beşar Esed, li paytexta Nemsa  Vienna ya îro nevro destpêkiri bû bê encam bi dawî bu.

 

Wezîrê Karê Derve yê Fransayê Laurent Fabius piştî civîna Viyennayê ku ji bo aloziya Sûriyeyê hatibû lidarxistin bi dawî kirin, ji dezgehên çapemeniyê re daxuyanî da. Fabius diyar kir ku wan hemû mijarên girêdayî Sûriye gotûbêj kirine, lê hin xalên ku hê li ser li hev nekirine jî  hene.

 

Laurent Fabius got;  wan di civînê de li ser hin xalên wekî ‘pêvajoya veguhestina Sûriyeyê û lidarxistina hilbijartinan’ li hev kirine, lê nakokî hê jî hene. Xalên ku li ser hê li hev nekirine yek jê pêşeroja Serokê Sûriye Beşar Esad e. Jib o xalên ne zelalbuyî wê ta du hefteyên din careke din li hev bicivin

 

Wezîrê karê derve yê DYAyê  John Kerry jî got; Di derbarê pêşerojên Beşar Esad  de bi Îran û Rusya re nakokiyên wa berdewamin.

 

Desthilatên Rusya û îran di piştgiriya Esad de berdewamin, Hevpeymanên ku Amrîka û Tirkiye tê de cîh digrin cîhê Esad di pêşeroja Sûriyeyê de nabînin.

 

Wezîrê Karê Derve yê Almanyayê Frank Valter Steinmeier jî destnîşan kir ku hemû hêzên beşdarî civîna Viyennayê bûne li ser avakirina hikûmeta veguhestina Sûriyeyê di mehên pêş de, li hev kirine.