Rojava News: Li Rihayê 2 rojnamevanên ji Suriyeyê li mala xwe serjêkirî hatin dîtin.
Li gor nuçeyên li ser ajansê Tirkiyeyê; li Taxa Ataturk ya navçeya Halîliye ya Rihayê 2 rojnamevanên ji Suriye ku hate gumankirin ku dijberî DAIŞ’ê ne, li mala ku lê diman bi kêrê hatine kuştin û serê wan hatine jêkirin.
Hatiye zanîn; Her dû kesên ser jêkirî rojnamewanên bi nave Îbrahîm Ebdulqadir û Fîraz Hemadî ne û li Raqqayê bi nehînî rojnamewanî dikirin û lista DAİŞê ya kuştinê de bune.
Piştî bûyerê 7 welatiyên Suriyeyî ji aliyê hêzên polisan ve hatin binçavkirin.
Termên Îbrahîm Ebdulqadir û Fîraz Hemadî ber bi pizişkiya dadê ve hatine veguhastin û lêkolîn li ser tê kirin.
Sinem Bakir
