Rojava News: Rêxistina terorîstî DAİŞê doh êrîş birin ser devera dibin kontrola Hêzên rejimê Muhînê û piştî şer û pevçûnên gran rûdan kontrolkirin dever xistin bin kontrola xwe..
Devera Muhîn bi ser Hûmsê ye û Nişteciyên wê bêtirî xwe Mesîhîne, dohî kete bin kontrola rêxistina terorîstî DAİŞê.
Li gor çawkaniyekê ji Rojava News re ragihandiye; Çekdarên DAİŞê bi du otomobîlê balgirgir ku bombereşkirînê êrîş biriye rêbendê Muhînê, piştre jî hemû dam û dezgehên fermî yê bajarokê Mehin kontrolkirin.
Nişteciyê deverê mal û ware xwe bi cî hêlane û reviyane ber bi cihê penahî ve.
Berî demekê rêxistina terorîstî DAİŞê li gundewarê Hûmsê Cezelê 2 bîrên petrolê jî kontrolkiri bû.
Sinem Bakir
