Rojava News: Duh 1ê Mijdarê şanderê navdewletî bo kirîza Sûriyê gihişta Şamê û ligel Wezîrê Derve yê rêjîma Sûriyê civiya.
Li gor agahiyan, Duh 1ê Mijdarê şanderê navdewletî bo kirîza Sûriyê gihişta Şamê û ligel Wezîrê Derve yê rêjîma Sûriyê Welîd Moelim civiya.
Serdana navborî bo suriyayê piştî dû rojan ji kombûna aliyên siyasî û navdewelatî li Viyinayê bi mebesta dîtina çareseriyekê ji kirîza suriyayê re.
Hêjayê gotinê ku di civîna Viyinayê de 17 welat têde beşdar bûn û welatê Îranê û Erbistana Sûdiyê jî di nava wan de bûn û kirîza sûriyayê hate giftûgukirin lê belê çarenivîsa Esed û rola wî di pêşaroja wî welatê de nehate çareserkirin.
