Rojava News: Rêxistina lêborîn a Nadewletî radigehîne ku rejîma Sûriyê û grûpên alîgirên wê ji sala 2011 ve û heta niha bi sedan kes binçav kirine û wan kiryaran wa tawanên dijî mirovatîne.
Li gorî nuçeya K24ê; Di daxuyaniyekê de rêxistina Lêborîn a Navdewletî duh, 4ê Mijdarê ragehand ku wan hevdîtin li gel malabatên kesên ku ji aliyê rêjîm û alîgirên wê ve hatine binçavkirin kirine û da zanîn ku malbatan hetanî çarenivîsa zarokên xwe bizanin neşarbûne kesên ku pêwendiya wan bi rêjîmê ve hene pertîlkirine ango(reşwe).
Rêxstinê diyar kir ku derbarê pirsa wan binçavkriyan danûstandin li gel Hikûmeta Sûriyê kirine, lê rejîma Sûriyê raporê behsa binçavkiryan dike red kirine.
Ji aliyeke din ve rêxistina Lêborînê daxwaz ji Hikûmeta Sûriyê kir ku rê bidin komîteya çavdêrên navdewletî a lêpirsînê derbasî wî welatî bibe.
Li gor amarên Tora sûrî a Mafên Mirovan zêdetir ji "65" hezar kesên sivîl ji sala 2011 heta niha ji aliyê rêjîma Sûriyê û çekdarên alîgirên wê ve binçavkirîne.
