Rojava News: Duh serokatiya Fransa di daxuyaniyekê ragihand ku ew dê firokhilgira Şaril Dîgol bo şerê li dijî DAIŞê li Îraq û Sûriyayê bişîne.
Di wê daxuyaniyê hat ku ewê dê giuopê şerker yê li gel vê firokhilgira Şaril Dîgol bo şerê li dijî DAIŞê li Îraq û Sûriyayê bişîne.
Li gorî wê daxyaniyê ku Parîs piştgiriya xwe bo çareseryeke siyasî li Sûriyayê ragihandin lê belê di heman demê got ku nabe Esed bi çi şêweyê bibe beşek ji vê çareseryê re.
Fransa ji Eylûla sala 2014 ve beşdarî Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê li Iraqê kir, firokeyên wê yên şer di 19 wê mehê beşdarî operasyonan bû û çekdarên DAIŞê li Iraqê bombebaran kirin.
Nalîn Hesen
