Waşinton: ji destpêka desttêwerdanên Rûsiya li Sûriyê 120 hezar welatî derbeder bûne

Waşinton: ji destpêka desttêwerdanên Rûsiya li Sûriyê 120 hezar welatî derbeder bûne

Rojava News: Roja çarşema borî wezarta derva ya Amirîka ragihand ku ji ber êrîşên rêjîma Esed û desttêwerdanên Rûsiya li Sûriyê  zêdetirî ji 120 hezar welatî ji her yek ji parêzgeha Helebê, Hemayê û îdlibê derbederî cihên aramtir di hindirê Sûriyê de bûne.

Alîkara wezîrê derva yê Amirîka bo karûbarên rojhilata navîn An Bastron di gotina xwe de pêşiya komîteya peywendiyên derva ya encumena pîran ya Amirîkî got:" 85% ta 90% ji operasiyonên  Rûsî dejberiya mînrew armanc dikin ne rêxistina DAIşê."

Nalîn Hesen