Artêşeke nû li Sûriyê hate avakirin

Artêşeke nû li Sûriyê hate avakirin

Rojava News: Li Sûriyê li dijî rêxistina DAIŞê artêşeke nû ya çekderî bi navê “Artêşa Nû ya Sûriyê” hat avakirin.

Artêşa Nû ya Sûriyê duh di vîdeoyeke de hebûna xwe ragihand, û diyar kir ku ew rêxistineke çekdarî ya opozîsyona Sûryê  ye.

Artêşa Nû a Sûriyê amaje dike ku armanca wê artêşê şerê li dijî DAIŞê ye û ji navbirina wê rêxistinê ye.

Li gor ku ew artêşa nû dibêje, DAIŞê zerareke mezin daye xelkê Sûriyê û divê were tunekirin.

Çekdarên vê artêşê li ser gelek metodên nû yên şer hatine perwerdekirin û çekên moderin ketine destên wê artêşa nû.