Rojava News: Rûsya ji bo aştiya li Sûriyê planake nû pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî kir. Di plana xwe de Rûsya dixwaze piştî 18 mehên pêvajoya demkî hilbijartina serokatiya bê sazkirin.
malpera fermî ya PDK-Sê li ser zarê Reutersê ragihandiye, Rûsya di plana pêvajoya demkî de pêşniyar dike ku hetanî hilbijartin bên sazkirin Esad wekî fermandar dimîne li ser artêşa Sûriyê, lê di pêvajoya reformên dewletê de kontrol wê nekeve destê Esad.
Her wiha di planê de Nûnerê Taybet yê NY Staffan de Mistura ku bi Şam û bi opozîsyonê re hevdîtin kiribû û ji bo rêvebiriyeke demkurt axivî bûn û li gorî vê daxuyaniya Cenevê banga destpêkirina pêvajoyê kirin.
Ji aliye din ve Mosko dê bibe yek ji aliyê pêvajoya muzakereyan di navbera Sûriyeyê û muxalifan de. Her wiha Berdevka Wezareta Derva ya Rûsyayê Mariya Zaxarova jî diyar kiribû ku armanca sereke ya civîna Viyanayê kifşkirina muxalifan ku tevlî hevdîtinan bibin e.
