Li Viyena lihevkirin li ser destpêka pêvajoya siyasî li Sûriyê hate kirin

Li Viyena lihevkirin li ser destpêka pêvajoya siyasî li Sûriyê hate kirin

Rojava News: Piştî derbasbûna bêhtirî 3ê salan di ser daxuyaniya Cenvreyê re, ku yekemîn belgeya navdewletî bû derbarê kirîza Sûriyê de, beşdarên civîna Viyena 3 di 14ê vê mehê civîna xwe lidar xistin. Beşdariyan li ser pêvajoyekê ji bo destpêkirina çareseriya siyasî ji bo kirîza Sûriyê li hev kirin.

Piştî bi dawîhatina civîna Viyena, Şanderê Taybet yê Sekreterê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyê, Staffan De Mistura ku di nava pêwendiyên berdewam de bû di navbera dibereyê û hikûmeta Sûriyê de, ragihand ku lihevkirin li ser destpêka pêvajoya siyasî hatiye kirin.

Şanderê navdewletî ji bo Sûriyê Staffan De Mistura piştî civînê di daxuyaniyek hevbeş li Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry û li Wezîrê Derve yê Rûsyayê Serguei Lavroh wiha got:

"Me bi zelalî destpêka vê pêvajoya siyasî destnişan kiriye. Divê ev pêvajo bi şêweyekî ciddî dest pê bike. Di heman demê de divê agirbest li bê ragihand û bêguman ew aliyên ku agirbestê qebûl nekin divê bên dûrxistin."