Rojava News: Encumena Asayişê ya Netewên Yekbûyî (NY) pêşniyarqanûna Fransa ya şerê DAIŞê pesend kir.
Hefteyek piştî êrişên Parîsê, Encumena Asayişê ya NY pêşniyarqanûna Fransa ya şerê li dijî DAIŞê bi dengên tevahiya endaman pesend kir.
Di wê peymanê de ji tevahiya welatên endamên NY hatiye xwestin di şerê DAIŞê de beşdar bibin, çavkaniyên darayî yên rêxistinê bimiçiqînin û nehêlin endamên biyanî derbasî Sûriyê bibin.
Di êrişên Parîsê de ku ji aliyê DAIŞê ve hatibûn kirin, derdora 130 kes hatibûn kuştin û bi sedan kes jî birîndar bibûn.
Hat gotin ku Rûsya jî pêşniyarqanûnek ji bo şerê DAIŞê amade kiriye û dixwaze pêşkêşî Encumena Asayişa NY bike. Lê tê gotin, ji ber ku Rûsya di pêşniyara xwe de behsa hevkariya bi Beşar Esed re kiriye, piraniya endamên Encumenê li dijî wê ne.
Serokwezîrê Brîtanya Davîd Cameron li ser wê peymana nû ya şerê DAIŞê got, ev gaveke girîng e. Dinya îro li dijî DAIŞê bû yek.
09:59:22
