Rojava News: Wezareta Bergiriya Amirîka Pentagon duh roja Dûşemê ragihand ku balafirên Amirîkî 283 barhilgirên pertolê yên DAIŞê li rojhilatê Sûriyê bombebaran kirin.
Cîf Dîvîs berdevkê Pentagon ragihand ku beriya ku balafirên me roja Şemiyê wan barhilgiran armanc bikin, gelek belavok belav kirin ta ku ajoker wan barhilgiran aghdar bikin ku ewê wan bombebaran bikin, herweha me tekez kir ku em bi şêweyekî mirovahî tevgerê bikin biyê ku em sivîlan araman bikin .
Washintonê dixwaze van êrîşan zêde bike ta ku jêderên DAIŞê yên aborî bibirîne ji ber ku tê pêşbînîkirin her roj DAIŞ yek milyon Dolar sûdê ji firotina petrolê dibîne.
Hêjayê gotinê ku di heftiya borî de jî pentagon tekez kir ku balafirên hevpeymaniya navdewletî 116 barhilgirên petrolê yên DAIŞê li heman deverê bombebaran kirine.
Nalîn Hesen
