Rojava News: Human Rights Watch Tirkiyê tometbar dike ku ew rê nadin penaberên Sûriyê ku bi şêweyekî fermî ji Sûriyê derbasî Tirkiyê bibin ji ber vê jî xelk neçarin bi riyên neyasayê û bi riya qaçaxçiyan derbasî Tirkiyê bibin.
Gêrî Sîmson ku yek ji endamên rêxistina navborî ye ragihand ku girtina sînor ji aliyê Hikumeta Tirkiyê ve jinên dûcanî û pîremîr û nexweşan neçar dikin ku bi xwe li sinor bixin û rûbarî cendirmeyên wî welatî bibin.
Navborî herweha got ku Tirkiyê bi ciwamirî pêşwaziya Sûriyan kir û ji mafê wê ye ku sînorê xwe biparêze lê divê penaxwazên ku ji deverê şer lê heye revyane ji dervî Tirkiyê dernexin.
Nalîn Hesen
11:51:09
