Balafirên Rûsya li Kemyonên Tirkiyeyê dan: 20 kemyon şewitîn 7 kes mirin

Balafirên Rûsya li Kemyonên Tirkiyeyê dan: 20 kemyon şewitîn 7 kes mirin

Rojava News: Balafirên Rûsya li nêzîkî sînorê Tirkiyê, kamyonên ku ji Tirkiyê derbasî Sûriyê bibûn, dan ber bombeyan. Di encamê de 7 kes hatin kuştin, 10 kes birîndarbûn 20 kemyon jî bi temamî şewitîn.

 

Duh li devera Ezazê ya Helebê û nêzîkî sînorê Tirkiyê, kamyonên ku ji deriyê Kilîsê re derbasî Sûriyê bibûn, ji aliyê balafiran ve hatin bombebarankirin.

 

Hat zanîn bi kêmanî 7 kes ji ajovanên kemyona mirine, herî kêm 10 kes birîndarbûne 20 kemyonên barhilgir jî şewitîne.

 

Li gorî hin çavkaniyên Tirkiyê di wan kemyonan da alikariya mirovî yê rêxistina mafê mirova hebû, lê ji aliyêdin ve berpirsê hemen rêxistinê daxuyani da û got  “Ew kemyon ne aîdême ne, û balafirên Rusya em nekirine ermanc”

 

Li gorî hin iddiayên ku li  ser medyaya nav Suriye û Tirkiyeyê belavbuye   di wan kemyonan de çek û teqemenî ji bo rêxistina terorîstî El Nusra ji Tirkiye hatibû rêkirin.

 

Heta niha ne rayedarên Tirkiyê ne jî yên Rûsya tiştek li ser wê bûyerê negotine.

 

09:57:45