Rojava News: Rapora SNHRyê nîşan dide ku li Sûriyeyê berpirsê sereke yê mirina kesên sivîl rejima Esed e.
Di rapora dawî ya ku Rexistina Şopandina Mafen Mirovan a Sûriyeye (SNHR) weşand de xuya dike ku li Sûriyeyê berbirsê sereke ye mirina kesên sivil ji sedî 95 rejima Esed e.
Li gor raporê ji adara sala 2011ê heta cotmeha sala 2015yan di erişên hezên rejimê, dijbereyên çekdar, DAIŞê, Eniya Nûsrayê, hezên koalisyonê yên di bin reveberiya DYAyê de û herî dawî jî yên Rûsyayê de, li Sûriyeye nezî 200 hezar sivîl hatine kuştin û ji wan 180 hezar û 879 kes di erîşên rejima Sûriyeyê de hatin kuştin.
Di raporê de hat gotin ku armanca sereke ya erîşên hewayî yen Rûsya li dar dixê tasfiyekirina "dijbereyên netundraw" e û tevlî wê ji Rûsya dixwaze nîşan bidê ku li Sûriyeyê bi terorê re şer dike.
Ji hêla din ve qîrqirin, sûcen şer û yên ku li dijî mirovahiyê neû rejima Sûriyeyê bi înfazên dereqanûnî pek tînî ji cih girtin û hat gotin ku divê rejim ji ber van kirinên xwe bê sûcdarkirin lê ew medyaya navneteweyî û hin liderên siyasî bi tenê balê dikşînin ser çalakiyên hov ên DAIŞê û kiryarên rejimê qet nabînin.
Di raporeke ku SNHRye bi sernava "Nêçira Mirov Kuştinê" weşand de hat gotin ku 582 zarok ji hêla nişangiran ve hatin kuştin.
Di erişen hewayi yên ku Rûsya ev 50 roj e li Sûriyeyê de 263 kesên sivil mirin û hejmara sivilên ku tên kuştin zede dibe û ev agahi jî di rapora herî dawi de hat parvekirin.
Di raporê de hat gotin ku ji bo alikariya mirovahî ji Sûriyeyê re bê şandin Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyi (KENY) di meha sibata sala 2014an de bîryareke bi jimara 2139 qebûl kir lê ji wê rojê heta niha ji bo ku alîkariya mirovahî bêşandin rejima Esed tu navber nedaye, eriş, kuştinan. Ji ber ve ji ji KENYê hat xwestin ku bila di vê mijare de gavekê biaveje û tundiya xwe ya li ser hêlên ku ji rejima Esed re çek peyda dikin û piştgiriyê didinê zêde bike.
11:00:47
