Lubnanê jina Bexdadî radestî Cebhet el Nusrayê kir

Lubnanê jina Bexdadî radestî Cebhet el Nusrayê kir

Rojava News: Lubnan û rêxistina radîkal a Cebhet el Nusra, ku wek baskê El Qaîdê yê Sûriyê tê nasîn, pevguhertina dîl û girtiyan kirin.

duh, li ser sînorê Lubnan û Sûriyê, Lubnan û Cebhet el Nusrayê dîl û girtiyên xwe bihev re guhertin.

Di pevguhertina girtiyan de ku bi navbeynkariya Qeterê li devera sînorî ya Cirûd Irsal hat kirin û dîmenên wê bi zindî ji aliyê Rûdawê ve hatin pexşxkirin, Cebhet el Nusra 16 leşkerên Lubnanê li hember 13 girtiyên xwe berdan.

Li gorî agahiyan, di nav girtiyên Cebhet el Nusrayê de 5 jin jî hene ku yek ji wan jina xelîfeyê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî ye û navê wê jî Seca Delîmî ye.

Rêxistina Cebhet el Nusra, ku ji aliyê Amerîka û hinek welatên Ewropayê ve wek rêxistineke terorîstî hatiye nasîn, wek baskê El Qaîdê yê Sûriyê ye.

Sînorê Lubnan û Sûriyê - Pevguhertina girtiyan di navbera Lubnan û El Nusrayê de