Li Suriyê: 3.5 milyon kes bê ava paqij man

Li Suriyê: 3.5 milyon kes bê ava paqij man

Rojava News: Di bombardimana esmanî ya roja pêşemmê de frokên şer parzingeheke paqijkirina avê li Sûryeyê kire ermanc û  3.5 milyon kes mane bê av.

Nûnera Komisyona Neteweyên Yekbûyî ya Zaroka (UNICEF) Hena Singer diyar kir ku di encama bombardimana balafirên şer de  parzingeha paqijkirina avê ji binî ve hatiye ruxandin û ji ber têkçûna wê kargehê 3.5 milyon kes aniha nikarê ji ava paqij sûdê werbigre.

Li gor daxuyaniya UNİCEFê her çendê pirsgirêka parzingehê bi qismî hatibî çareserkirinê jî, lê belê dîsa 1.5 milyon kes hê ava paqij bi dest naxê.

Herweha Singer balkeşandiya ser wê yekê ku li Suriyeyê kanûnên şer nayên bicîhkirin û her roj têne binpêkirin.

10:06:24