Reqa: Paytexta DAIŞê di bin bombebaranê de ye

Reqa: Paytexta DAIŞê di bin bombebaranê de ye

Rojava News: Balafirên şerî yên hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê li bajarê Reqayê ya Sûriyeyê ku dibin kontrola DAIŞê de, bombebaran kirin û di encamê de 32 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Serokê Çavderiya Mafên Mirovan a Sûriye li Londonê Ramî Ebdurahman ragihand, li gor agahiyên ji peyamnêrên li herêmê wergirtin, hêzên hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê li Reqayê 15 êrişên asamanî pêk anîne.

Hat gotin di êrişên îro de bakur û rojhilatatê Reqayê hat bombebaran kirin.

Di encama êrişên li Reqayê de 32 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û herî kêm 40 çekdar jî birîndar bûne.

Tê pêşbînîkirin êriş ji aliyê hevpeymaniya navdewletî ya serkêşiya wê Amerîka dike pêk aniye.

 

Destpêka meha Berfanbarê de Brîtanyê operasyonên xwe yên li dijî DAIŞê berfireh kir û li Sûriyeyê jî pişgiriya hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIÛê kir.

 

Fransayê piştî êrişa Parîsê operasyonên xwe yên asmanî li Sûriyeyê zêdetir kiribû.

 

Li Almanayayê parlamentoya raya operasyonên li Sûriyeyê da bû hikûmeta.

 

Wezareta Parastina Rûsyayê ragihandibû di 3ê Cotmehê de li Reqayê dest bi operasyonên asmanî li dijî DAIŞê kiriye.