Li Reqayê operasyon didomê 32 kuştî

Li Reqayê operasyon didomê 32 kuştî

Rojava News: Di encama bombebarana balafirên şer yê ku ji dohî ve didomê  li ser bajarê Reqa yê, 32 endamê rêxistina terorîstî  DAIŞê hatin kuştin û 50 jî birîndar bûn.

 

Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan ya ku navenda xwe li londonê derbarê bombarana asmanî  li Reqayê ragihand ku : “Balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî êrişî DAIŞê li Reqayê kirin “

 

Di bombarana asmanî de bakur, Başûr û rojhilatê bajarê Reqayê hatiye ermanckirin, herweha li gorî rawangehê  navendeke ku çekdarên DAİŞê lê bi cîh bûne jî bu ermanc gelek kuşti çêbû.

10:45:59

 

Birebebirê Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan Rami Abdurrahman got “ ji dohî ve 15 caran frokê şer li Reqayê dane.

 

Li gorî hemen daxuyaniyê di encama bombebarana bi ser Reqayê de  32 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û ji 40 kesî bêtir  jî birîndar bûne.”