Frokên koalisyona navnetewî li baregahê hêzên Rejîma Sûriyê dan!

Frokên koalisyona navnetewî li baregahê hêzên Rejîma Sûriyê dan!

Rojava News: Frokên şer ku tê texmînkirin yên bi ser koalisyona navnetewî ne, baregeheke Hêzên Rejîma Suriyê li Dêra zorê  bombebaran kirin. Di encamê de 3 endamên hêzên rejîmê hatin kuştin.

 

Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê ku navenda xwe li Londonê ye  diyar kir ku, Frokên ku tê texmînkirin ên bi ser koaalisyona navnetewî ne, cihekî  leşkergeha El-Saika ya li bajarokê Eyyaş ê li gundewarê rojava yê Dêra Zorê bombebaran kirin.

 

Di encamê de 3 endamên hêzên rejîmê hatin kuştin û 14 jî birîndar bûn.