Rojava News: Şanderê navdewletî ji bo çareserkirina krîza Sûriyê Staffan De Mistura ragihand ku rewşa Sûriyê nayê tehmûlkirin.
De Mistura piştî civîna bi Wezîrê Derve yê Îtalya Paolo Gentiloni re li Roma paytexta Îtalya ragihand, ku rewşa Sûriyê bûye tûnelekê ku rohanî di dawiya wê de nayê dîtin.
De Mistura anî ziman du pêşniyarên berçav derketine holê, yek ji wan ragihandina agirbestan li hin navçeyan û ya din jî danûstandinên berçav navbera hikûmet û dijbereya Sûriyê û wiha domand:
“Di nerîna min de rewşa Sûriyê bûye weke tunelekê ku ronahî di dawiya wê de nayê dîtin lê divê em bihêlin ew tûnel kurt be da ku ew krîz bi awayekî erênî were çareserkirin, ji ber ku tişta li Sûriyê çêdibe nema tê tehmûlkirin bi taybet li ser asta pêwendiyên navdewletî ."
Ji din ve Wezîrê Derve yê Îtalyayê Paolo Gentiloni ragihand ku di meha bê de ewê konferansekê ji bo rûbirûbûna DAIŞê li Romayê lidar bixin.
