ji ber zêdebûna hejmara kuştiyan, Îran hêzên xwe ji Sûriyê vedikêşe

ji ber zêdebûna hejmara kuştiyan, Îran hêzên xwe ji Sûriyê vedikêşe

Rojava News: Hate ragihandin ku ji ber zêdebûna hejmara kuştiyan, Îran hêzên xwe yên leşkerî ji Sûriyê vedikêşe.

Yekîneyên leşkerî yên Îranê eve 2 sal in li Sûriyê, li dijî hêzên opozîsyonê alîkarî didin rejîma Esed. Hêzên opozîsyona Sûriyê îdîakirin ku Îran hêzên xwe yên leşkerî ji Sûriyê vedikêşe.

Berpirsên Amerîkî jî ji televîzyona Bloomberg re ragihandin ku, di du hefteyên dawî de gelek leşkerên Îranî yên ser bi Supaya Pasdaran, li Sûriyê hatine kuştin û jiber vê yekê jî hêzên xwe vedikêşin Îranê.

Herwiha berpirsan ragihandin ku beriya niha hejmara leşkerên Îranê yên li Sûriyê 2 hezar bû lê niha ev hejmar daketiye 700 kesan. Berpirsan gotin ku êrîşên esmanî yên Rûsyayê jî bi bandor nebûne ku hejmara kuştiyên artêşê û yên leşkerên Îranê kêm bike.

Di meha Cotmehê de generalê Îranî Hisên Hemadanî li Helebê hatibû kuştin. Hemedanî Cîgirê Fermandarê Artêşa Qudsê Qasim Silêmanî bû. Hefteya borî jî fermandarek din ê plebilind ê Îranî yê bi esil Efganî li Lazqiyê, hatibû kuştin.

 10:01:18