Rûsya di nava 24 saetan de 212 êrîşî pêk anî

Rûsya di nava 24 saetan de 212 êrîşî pêk anî

Rojava News: Wezareta Parastinê ya Rusyayê ragîhand ku balafirên şer ên Rûs di 24 seatên dawiyê de 212 baragehên ‘terorîstan’ li 7 bajarên Sûriyeyê bombebaran kirine.

Berdevkê Fermî yê Wezareta Parastinê Igor Konashenkov îro ragîhand ku balafirên wan 59 caran rabûne û li gundewarên Heleb, Îdlib, Laziqiyê, Hema, Humis, Hesekê û Reqqayê baragehên komên  terorîst bombebaran kirin.

Sererkanê Artêşa Azad a Sûriyê li Dîlokê ragehand ku, Rûsyayê di nava 76 rojan de hezar û 300 sivîl kuştine.