John Kerry wê civîna Konseya Ewlekariyê birêve bibe!

John Kerry wê civîna Konseya Ewlekariyê birêve bibe!

Rojava News: Wezîrê Karê Derve yê Amerîkyê John Kerry dê civîneke Konseya Ewlekariyê ya NY’ê ya derbarê Sûriyeyê de birêve bibe.

 

Berdevkê Wezareta Karê Derve John Kerby ji rojnamevanan re diyar kir ku Konseya Ewlekariya ya NY’ê ji bo Sûriyeyê  sibeynê yanî 18ê Kanûnê  dicive û got: “Armanc ji vê civînê ew e ku dawî li aloziya Sûriyeyê bê anîn, herweha  danûstandinên fermî bi nûnerên hikûmet û opozîsyonê re çêbibin.”

 

Kerby  bal kişand ku li New York’ê jî civîneke navnetewî ji bo piştgiriya hewldanên çareserkirina aloziya li welat, tê lidarixstin.