Balafirên Rûsyayê Dûma bombebaran dike

Balafirên Rûsyayê Dûma bombebaran dike

Rojava News: Duh, balafirên Rûsyayê êrîşî bajarê Dûma li Şama Paytext kirin û di encam de ziyanên canî û madî çê bûn.

Li gorî agahiyan, balafirên Rûsyayê çend caran li taxa Eleşerî li derdora Dûma dan, û di encamê de 7 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan ku di nava wan de 2 zarok hebûn.

Her weha ji ber wê bombebaranê navenda dezgeha belavkirina alîkariyên xwarinê li wê deverî hate wêrankirin.

Tê zanîn ku ji 30ê meha îlona vê salê ve Rûsyayê bi hemahingî li gel rêjîma Esed êrîş û operasiyonan li Sûriyê pêk tine.

Nalîn Hesen

 11:59:48