Rojava News: Balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî li Iraq û Sûriyê 15 êrişên asmanî li dijî DAIŞê pêk anîne.
Hevpeymaniya navdewletî di daxuyaniyekê de ragihand ku, balafiran 12 caran li Iraqê dane û 3 caran li Sûriyê dane.
Li gorî heman daxuyaniyê ku êrîşên li Sûriyê li deroda Marea, Ên Îsa û Reqa bûn ku di encamê de gelek pêgehên DAIŞê û kêlgehên wê yên petrolê hatin wêrankirin.
Nalîn Hesen
