Rojava News: Li devêrê ku di navbera hêzên rejimê û El Nusrayê de wek “Herêmên agirbestê ” hati bûn bi nav kirin şer û pevçûn derket.
Ew bu demekê li herêmên Zebedanî, Kefriya û Fewa hevpeyamana agirbestê di navbera rejimê û gruba çekdar El Nusrayê de hatiye îmzekirin, lê carekedin de ev êrîşê hanê pêk hatin.
Li gorî agahiyên Navenda Sûriyeyê ya Çavdêriya Mafên Mirovan, şevê din komên terorîstî yên li derdora bajaroka Fewa yê Îdlibê ku şêniyên wê şîa ne, bi cih bûne topbaran kirin, gelek ziyan gihandin mal û avahiyên deverê.
Ji aliyê din jî li bajarokên Fewa û Keferiyayê doh di demjimêrên sibehî de de di navbera terorîstên El-Nusra û ew gruba alîgirê rejimê ya bi nave Hêzên Parastina Niştimanî de şer û pevçûn derketin.
11:49:34
Şanaz Emin
