Rojava News: Hevpeymaniya Nêvdewletî ragihand ku pêr 24 êrîşên asimanî li dijî pêgehên DAÎŞê li Îraqê bikar anîn û 8 li Sûriyeyê jî bikaranîn.
Hevpeymaniyê eşkere kir ku li Reqayê ,Hesekê , Holê û Minbicê bigiştî 8 lêdan li dijî DAÎŞê bikaraîn.
Herwiha Hevpeymaniyê got : Me 8 lêdan li nêzîkî Mûsilê pêk anîn û di encam de gelek pêgehên DAÎŞê jinav çûn, û bi kêmanî terorîstekî DAÎŞê hate kuştin , herweha 4 lêdan li nêzîkî Remadî ku leşkerên Îraqê li wê nêzîkê li dijî DAÎŞê şer dikin.
Her di vê çarçoveyê de artêşa Îraqî jî di daxuyaniyekê de gotibû :" Hevpeymaniya Nêvdewletî 4 êrîşli nêzîkî Remadî avêtin ser terorîstên DAÎŞê".
Nalîn Hesen
12:24:49
